Thursday 2026/06/11
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Medvedev: Armanca hevdîtinên Stenbolê serkeftina bilez û biryardar a Rûsyayê ye

June 4, 2025
in CÎHAN
A A
Medvedev: Armanca hevdîtinên Stenbolê serkeftina bilez û biryardar a Rûsyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Nîqaşên civîna Rûsya û Ukraynayê ku li Stenbolê hate lidarxistin didome.
Di heman demê de her du alî disa bi êrişên tund dixwazin helwestên xwe bidin qebulkirin.
Rûsya ji bo pêkanîna agirbestê şertê vekişîna leşkerên Ukraynayê ji Donetsk, Luhansk, Zaporijya û Xersonê dike.

Cîgirê serokê konseya ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê, Dmitry Medvedev, ragihand ku armanca hevdîtinên Stenbolê ew e ku “serkeftinek bilez û biryardar a Rûsyayê” misoger bike.

Medvedev got:

“Hevdîtinên Stenbolê ne ji bo gihîştina lihevkirinekê bi şertên xeyalî yên hin kesan e, lê ji bo misogerkirina serkeftina me ya bilez û hilweşîna tevahî ya rejîma neo-nazî ye.”

Dema ku Medvedev li ser Telegramê daxuyaniyek da, îdia kir ku êrîşa Ukraynayê ya li ser hêza wê ya hewayî jî dê were bersivandin.

Şandeyên Rûsya û Ukraynayê di 2’ê Hezîranê de, nêzîkî du hefte piştî civîna xwe ya yekem di nîvê Gulanê de, careke din li Stenbolê civiyan.

Aliyê Ukraynayê daxwaza xwe ya “agirbestek bê şert û merc li bejahî, li hewa û li deryayê ji bo herî kêm sê mehan” ji aliyê Rûsyayê re ragihand.

Rûsya ji bo agirbestê şertê vekişîna leşkerên Ukraynayê dike

Li hember vê yekê, aliyê Rûsî agirbesteke herêmî ya qismî ya “dido an sê rojan” pêşkêş dike da ku cenazeyên şervanên mirî werin wergirtin.

Şandeya Ukraynayê jî piştî hevdîtinan di daxuyaniyekê de ragihand ku her du alî li hev kirine ku cenazeyên 6 hezar leşkeran radest bikin.

Li gorî medyaya dewletê ya Rûsyayê, aliyê Rûsî destnîşan kir ku agirbesteke tevahî tenê wê were qebûlkirin ger leşkerên Ukraynayê ji Donetsk, Luhansk, Zaporijya û Xersonê vekişin.

Niha Rûsya van herêman qismî kontrol dike.

Di civîna duyemîn a Stenbolê de, Moskowê her wiha daxwaza garantiyek kir ku Ukrayna dê tevlî NATO nebe û dawî li piştgiriya leşkerî ya Rojava ji bo Kîevê were.

Daxwaz kir ku civîna din berî dawiya Hezîranê be

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov, ku di civîna Stenbolê de serokatiya şandeya ji Kîevê kir, daxwaz kir ku civîna din berî dawiya Hezîranê were lidarxistin.

Umerov her wiha got ku her du alî li hev kirine ku li ser amadekariyên civîna Pûtîn-Zelenskî nîqaş bikin.

Piştî civînê, Qesra Spî jî di derbarê civîna serokan de daxuyaniyek da.

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt got ku heke serokên Rûsya û Ukraynayê razî bibin ku bicivin, Donald Trump dikare biçe Tirkiyê.

Previous Post

HEVPEYVÎNA HEFTÊ-Omer Yûsif

Next Post

Hikumeta Şamê êrişa Îsraîlê şermezar kir

Weşana girêdayî

Îran: Di êrişên Îsraîlê de hezar û 60 kes hatin kuştin
CÎHAN

Amerîkayê êrişî Îranê kir

Trump: Em ê bi tundî li Îranê bidin
CÎHAN

Trump: Em ê bi tundî li Îranê bidin

Amnesty: Têkliyên xwe yên bazirganiyê bi Îsraîlê re rawestînin
CÎHAN

Amnesty: Têkliyên xwe yên bazirganiyê bi Îsraîlê re rawestînin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye