Wezîrê Parastinê yê Almanya Boris Pistorius dibêje welatê wî pêdivî bi 60 hezar leşkeran heye.
Wezîrê Parastinê yê Almanya Boris Pistorius got welatê wî ji bo bicihanîna armancên plankirina nû û xurtkirina kapasîteya parastinê ya NATO’yê hewceyê nêzîkî 60 hezar leşkerên din e.
Wezîrê Parastinê Pistorius beriya civîna wezîrên parastinê yên NATO’yê li Bruksela Belçîkayê got:
“Em difikirin ku em ê hewceyê nêzîkî 50 heta 60 hezar leşkerên din li ser artêşa xwe zêde bikin.”
Her wiha Pistorius teqez kir ku Almanya pilan dike balafirên bêmirov hilberînin û di karanîna wan de hêza xwe perwerde bikin.
Wezareta Parastinê ragihand ku heta dawiya sala 2024’an armanc ew bû ku 203 hezar leşkerên çalak di nava artêşê de hebin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Almaniya di sala 2019′ an ve hêza xwe ya leşkerî zêde dike, li ser vê nêzîkatiya Almanya Rusya bi fikare.
Beriya bi 2 rojan Putîn di daxuyaneke xwe de diyar kir bi zêdekirina kapasîteya leşkerî ya Almanya cihê fikarê ye.



