Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî bi peyameke li platforma “X” cejna Qurbanê pîroz kir.
Mazlûm Ebdî Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan, şervanên QSD’ê, YPJ, li Sûriyan û Cîhana Îslamî pîroz kir û got:
Em hêvî dikin ku aştî li seranserî Sûriyê pêk were û hemû koçber vegerin cî û warên xwe.
Her wiha em Sûrî bi hev re qonaxa nû ji Sûriyeke nû bi ser bixin û jiyana hevbeş di nava pêkhateyên Sûriyê xurt bikin.



