Komeleya Mezopotmyayê li Laziqiyê xebatên xwe yên belavkirina alîkariyên mirovî didomînin.
Komeleyê diyar kir ku ew ê hewil bidin her tim piştgirî û destekê bidin gelê beravê.
Karwanê alîkariyên mirovî bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser hatibû amedekirin.
Karwanê alîkariyan ku ji 6 hezar paketên xwarinê pêk tê, li mexdûran şer û komkujiyên vê dawiyê yên li herêma beravê tên belavkirin.
Komela Mezopotamya teqez kir ku xebatên wan di vê qonaxê de namînin, lê dê berdewam bin li ser cîbicîkirina pirojeyên din ên mirovî.
Hêjayî bi bîrxistinê ku ji Adara îsal ve ev karwanê 3. ku ji aliyê gelê herêmê, Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser ve ber bi beravê ve tên şandin.



