Li Sûriyeyê di 24 saetan dawî de, di rewşên cuda de 9 kes hatin kuştin û yek birîndar bû.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetan de li Sûriyê 9 kes hatin kuştin û yek birîndar bû.
Li Derayê cenazeyên 2 ciwanên ji gundên Koya û Bêt Are yên herêma Yermûk a gundewarê Derayê hatin dîtin.
Li Laziqiyê jî 2 ciwan, yekî xwediyê pêdiviyên taybet hatin qetilkirin û yê din jî, ji gundê Betmûş hat dîtin ku bi guleyan hatiye qetilkirin.
Li Himsê di encama pevçûna çekdarî ya 2 malbatan de, li gundê Mehîn, kesek hat kuştin.
Li taxa Wadî El Deheb jî, ciwanekî ku hêzên desthilata Şamê berî çend rojan ew revandibû, di bin êşkenceyê de hat qetilkirin.
Ciwanê bi navê Yûsif El Tewîl ê ji gundê Barûha yê rojavayê Himsê ku berî çend rojan ji aliyê hêzên desthilata Şamê ve hatibû binçavkirin, wefat kir.
Li Derayê welatiyekî li bajarê Senemên ê Derayê xwe kuşt.
Di encama teqîna bermahiyên şer de jî, li gundewarê Himsê welatiyek birîndar bû.
Li hemberî têkçûna rewşa mirovî û zêdebûna tundiyê li Sûriyê, civata navnetewetî di bêdengiya xwe de didome.



