Meclisa bilind a fetwekariyê ya desthilata Şamê derbarê kuştina bi mebesta tolhildanê û sûcên şerefê fetweyeke nû derxist.
Li gorî fetweyê, Meclisa bilind a fetwekariyê hemê şêweyên kuştinê yên di bin navên şeref û tolhildanê ku derveyî qanûnê ne, heram kir.
Di vê çarçoveyê de Meclisê got ku divê dadmendî û hesabxwestinê tenê ji aliyê dewletê ve pêk were. Em van kuştinên di bin van navan de qebûl nakin û rênadinê.
Hesabxwestin wê bi rêya qanûnan û darazê pêk were.
Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê Tomas Barrack li ser hesabê xwe yê “X” ev fetwe bi gaveke baş bi nav kir û got:
“Ji bo avakirina Sûriyeke nû ev gaveke di cî de ye.”
Çavdêr: Bi vê fetweyê desthilata Şamê piştî komkujiyên Elewiyan rûyê xwe spî dike
Çavdêr dibînin ku desthilata Şamê bi riya vê fetweyê dixwaze rûyê xwe li pêşiya raya giştî spî bike.
Bi taybet piştî ku çekdarên vê desthilatê bi armanca tolê ji Elewî û Durziyan rakin, komkujî û sûcên dermirovî derheqê van her du pêkhateyan de pêk anîn.
Çavdêr: Fetwe ji bo razîkirina raya giştî ne ji bo hundirê Sûriyê ye
Çavdêr dibêjin ku ta niha desthilata Şamê sûcdarên van komkujiyan dernexistine pêşiya darazê û heta di ragihandinê de jî qala komkujiyan nekiriye.
Ji ber vê yekê derxistina vê fetweyê ji bo raya giştî bixapîne û razî bike, ye.



