Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xan Yûnis û Refehê yên Xezayê de 17 kes hatin kuştin.
Parastina Sivîl a Fîlîstînê ragihand ku di roja destpêkê ya Cejna Qurbanê de jî êrişên Îsraîlê li dijî Xeza nesekinîn.
Parastina Sivîl a Fîlîstînê eşkere kir ku di encama êrîşan de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand:
Artêşa Îsraîlê vê sibehê li rojavayê bajarê Xan Yûnisê êrişî konên koçberan kirin.
Di encama êrişê de 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 40 kes birîndar bûn.
Ajansê da zanîn ku ji kuştiyan dê û bav û du zarokên wan hene.
Li Xezeyê di cejna Qurbanê de êrîşên Îsraîlê ranewestiyan
Parastina Sivîl a Fîlîstînê jî eşkere kir:
Roja destpêkê ya Cejna Qurbanê roja Îniyê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di encama êrişan de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan
Rayedarê Parastina Sivîl Mohammed Al-Moughayir ragihand ku li herêma Jabaliya ya li bakur, 11 kes mirin.
Ajansa nûçeyan a Fîlîstînê WAFA jî diyar kir ku bi giştî 35 windahiyên can hene.



