Serokê Eniya Hîkme Emar Hekîm diyar kir ku Iraq di qeyranek mezin ya nebûna demokrasî û ceyranê de ye.
Hekîm da zanîn ku hinek kes dixwazin Iraqê dabeş bikin, lê ewê rê nedin vê yekê.
Emar Hekîm di nimêjek cejna Qurbanê de behsa rewşa Iraqê kir.
Emar Hekîm got ku Iraq di qeyranek mezin ya nebûna demokrasî û ceyraê deye û wiha pêde çû;
“Hinek kes dixwazin nakokî û aloziyê bêxin nava me û Iraqê parçe bikin.
Lê hemû hewldanên me ji bo rêgirtina li parçebûnê ye.
Divê pêkanîna hikumetê ya li Iraqê, bi rêya sindoq û dengê xelkê be.
Bêyî hilbijartina azad, wê aramiya siyasî jî nebe.”
Emar Hekîm destnîşankir ku divê ji bo avakirina hikumetek dadperwer kar bikin û got;
“Divê em hikumetek durî bikaranîna siyasî hilbijêrin, divê rê li bikaranîna pere ya ji bo kirîna dengan ya di dema hilbijartinê de bê girtin.”



