Îranê ragihand ku wan gelek belgeyên hesas yên derbarê navendên nukleerî yên Îsraîlê de bi dest xistine.
Îranê duh eşkere kir di vê mijarê de çend hefte berê wan ev operasyona îstixbaratî pêkaniye û ev yek jî weke serketineke mezin ya îstixbaratê bi navkir.
Televizyona dewletê ya Îranê jî bi destxistina van belgeyan piştrast kir lê derbarê ev belge li kuderê hatine bi destxistin de agahî parve nekir.
Ajansa Nûçeyan ya Mehr a fermî ya Îranê jî ragihand ku ev belge demek berê hatine bi destxistin, lê ji ber hejmara wan gelek zêde ye, ji bo wan bighînin cihên bi ewle tevdîrên veşartî hatine girtin.



