Li ser gelek koçberan li bajarê Los Angeles yê Amerîkayê buyerên tundiyê mezin dibin.
Serokê Amerîkayê Trump 2 hezar leşker şand herêmê.
Li bajarê Los Angeles piştî ku 44 koçber hatin girtin du roj in xwepêşandanan hatine destpêkirin.
Di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê de buyerên tundiyê pêk hatin. Hat ragihandin bi dehan xwepêşandêr hatine binçavkirin.
Piştî van buyeran Serokê Amerîkayê Donald Trump 2 hezar leşkerên hêzên taybet şand herêmê.
Trump têkildarî mijarê daxuyanî da û got, “Eger walî û serokên şaredariyan bi karê xwe ranebin wê hikumeta federal bikeve dewrê û pirsigirêkê çareser bike.”
Her wiha Trump ragihand ku ewê ji îro şûnde destûrê nedin ku xwepêşandêr maskeyan bidin ber rûyê xwe.
Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê jî ragihand eger buyer dewam bikin wê leşkerên deryayî jî li herêmê werin bi cihkirin.



