Artêşa Îsraîlê careke din destwerdan li Sûriyê kir.
Bi balafiran êrişî gundewarên Şamê kir.
Li gor Israîlê wan berpirsekî Hemasê kiriye armanc.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raighandin ku êriş li i nêzîkî Mezreat Beyt Cin li gundewarê başûrê rojavayê Şamê pêk hat.
Li wir balafirek bêmirov a Îsraîlê êrişî otomobîlekê kir.
Li gorî çavdêriyê di êrişê de, kesek birîndar bûye.
Îsraîlê êrişa li Şamê li xwe girt
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê êrişa li Şamê li xwe girt.
Artêşê got ku ew êriş li dijî endamekî Hemasê li hundirê axa Sûriyê pêk anîn.
Beriya çend rojan Îsraîl û Sûriyê ji bo kêmkirina aloziya hevdîtinên rasterast kirin, lê tevî vê jî Israîl êrişî Sûriyê dike.



