Pirsgirêka gelê Kurd û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan di ezmûnên Zanîngeha Damanhour a Misirê de cih girt.
Di ezmûnên dawiya salê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Damanhour a Misirê de, bi taybetî di beşê “Pirsgirêkên Dîrokî yên Hemdem” ên ji bo xwendekarên Beşa Dîrokê, pirsên derbarê pirsgirêka Kurd û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan cih girtin.
Di ezmûna îsal de geşedanên dawî yên pirsgirêka Kurd, bi taybetî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat dayîn, her wiha pirsgirêka Fîlîstînê û kesayetên navdar ên weke Nelson Mandeld, hatin pirsîn.
Di nav pirsên ezmûnan de pirsên derbarê rola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di vejandina doza kurdî de, êş û azarên kurdan ji ber siyaseta netewe-perestiyê ya farisan û siyastên tirk-kirin û ereb-kirinê li ser kurdan, hatin pirsîn.
Her wiha statûya gelê kurd û rola ramyarî û siyasî ya rêber Abdullah Ocalan jî di nava pirsên ezmûnan de bûn.



