Tirkiyê hewd dide ku berhemên xwe hîn zêdetir li Iraqê belav bike.
Rêveberê saziya Îraq El-Musteqbel Menar El-Obeydî diyar kir ku Tirkiyê avê wekî amûrekî ji xwe re bikar tîne da ku zextê li Irqê bike ku hinardekirin û anînê ji Tikiyê bike li beramberî para xwe ji avê bigire.
El-Obeydî hişyarî da ku ev yek gefê rasterast li çandinî, sewalî û pêşesaziyên Iraqê dike.
El-Obeydî eşkere kir ku Serokê Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê armanceke hevpar eşkere kiriye ku bazirganiya di navbera her du welatan de bigihêje 30 milyar dolarî û hinardekirina Tirkiyeyê zêdetirî %90ê vê rêjeyê ye.
Menar El-Obeydî di daxuyaniyê de ti hûrgilî derbarê dem û cihê rêkeftinê û herwiha aliyên Îraqî yên ku di diyarkirina vê armancê de beşdar bûne, tine.
El-Obeydî eşkere kir ku Tirkiyê ji vê yekê bazara Iraqê ji bo berhemên xwe wek cihekî stratejîk dibîne.
El-Ibêdî destnîşan kir ku Tirkiyê dixwaze miqarê herî mezin yê Iraqê ji hinardekirin û anînê ji Tirkiyê be û got,
Li rex vê jî Tirkiyê her hewlek niştimanî ya Iraqê ji bo piştgirîkirina hilberîna xwecihî an pêşdebirina sektorên çandinî û pîşesaziyê sînordar bike.
Menar El-Obeydî eşkere kir ku di vê çarçoveyê de hinardekirin û anîn li beramberî avê dibe rastiyeke nû.



