Endamê rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û endamê şandeya Kurdî Aldar Xelîl ji Ronahî Tv re da zanîn ku wê daxwazên konferasa kurdî pêşkêşî Şamê bikin.
Xelîl diyar kir ku wê şandeya Kurdî daxwaza sererastkirina danezana Destûrê bike.
Aldar Xelîl eşkere kir ku wê piştî cejna Qurbanê dema hevdîtina şandeya kurdî bi desthilata Şamê re eşkere bibe.
Aldar Xelîk da zanîn ku ew ê nerîn û dazwazên konferansa kurdî pêşkêşî Şamê bikin û piştrast kir ku gerek Kurd di avabûna Sûriyê de cihê xwe bigirin.
Her wekî destnîşan kir ku wê Doza Kurd bi rengekî demokratîk û aştiyane bi Şamê re çareser bikin.
Aldar Xelîl: Şandeya Kurdî bi xwe re pêşinyarên sererastkirina destûra Sûriyê radike
Xelîl eşkere kir ku wê Şandeya Kurdî daxwaza sererastkirina danezana Desûrê ji Şamê bike, çimkî ev destûr nûnertiya tevahiya gelê Sûriyê nake.
Aldar Xelîl: Piştî cejna Qurbanê wê dema hevdîtina şandeya Kurdî bi Şamê re eşkere bibe
Endamê Desteya Hevsrokatiya PYD’ê Aldar Xelîl eşkere kir ku wê piştî cejna Qurbanê dema hevdîtina şandeya Kurdî û desthilata Şamê eşkere bibe.



