Sûc û binpêkirinê li herêmên di bin desthilata Şamê de dewam dikin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çekdarên nenas êrişî dêra dîrokî ya Um El-Zinar ya civaka Ortodoks a Suryanî, li taxa Bustan El-Dîwan a bajarê Humsê kirin.
Di 8’ê mehê de, çekdarên nenas gule li rûyê Dêra Um El-Zinar reşandin û xaça li ser rûyê wê xirab kirin.
Li gorî SOHR, di êrîşê de ti qurbanî çênebûne, lê di nav niştecihên taxê û civaka Xiristiyan a bajêr de tirsek çêbû ku ev bûyer bibe destpêka êrîşên bi vî rengî.
Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê bi tundî bûyera êrişa li Dêrê şermezar kir û got:
Hedefgirtina cihên îbadetê, êrîşeke eşkere li ser pîroziya cihên olî û binpêkirina aştiya sivîl û pirrengiya civakî li Sûriyê ye.
Çavdêriyê bang li rayedarên pêwendîdar kir ku tavilê berpirsên êrîşê destnîşan bikin û li gorî qanûna wan ceza bikin.
Ji aliyê xwe ve, Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Hums, Hama û Tartûsê jî daxuyaniyek dan û gotin:
Em êrişa li ser cihê baweriya me şermezar dikin û daxwaz ji rayedarên pêwendîdar dikin ku lêpirsînek bilez bidin destpêkirin da ku sûcdar werin cezakirin.
Dêra Um El-Zinar yek ji kevintirîn dêrên Rojhilata Navîn e.
Di dema dawî de li Humsê bûyerên bi vî rengî yên aloziyên mezhebî gelekî zêde bûye.



