Endamên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku Banga Rêber Apo gaveke girîng e ji bo çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn, pêkanîna aramiyê û pêşxistina demokrasiyê.
Di destpêkê de ji rêveberên Komîteya Perwerdehiyê ya PYD’ê Besam Elhemd wiha got:
“PKK’ê li ser banga Rêber Apo têkoşîna xwe ya nîvsedsalî bi dawî kir.
Lê hîn jî Tirkiyê tu gavên berbiçav neavêtiye û tecrîda li ser Rêbertî jî dewam dike.”
Her wiha Ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Xalisa El Hesen jî bal kişand ser rola jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha axivî:
“Banga aştiyê gaveke ber bi çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn e”
“Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê azad û zane ne û dikarin xwe birêve bibin.
Lewma bidestxistana mafên jinan bingeha her aştiyeke mayînde ye, ji ber ku wan roleke sereke di avakirina civakê û pêşengiya pêvajoya aştiyê de lîstiye. ”
Di dawiyê de Berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê ya Reqayê Fatma Xelîl jî destnîşan kir ku Banga Rêber Apo ne ji bo çareseriya Kurdan e ji bo pêvajoya jiyana hevbeş di nava pêkhateyên Rojhilata Navîn de ye.
Fatma Xelîl bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo azadiya Rêber Apo zextê li Tirkiyê bikin.



