Rewşa ewlehiyê ya li Sûriyê ber bi aloziyê ve diçe, roj bi roj bûyerên kuştinê zêde dibe.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di tenê di 24 saetan de 10 kes hatin kuştin.
Çavdêriyê diyar kir ku li gundê El Diyabiyê yê Humsê xortek ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.
Her wiha li Barûha jî xorteke din li hat kuştin.
Li taxa El Nazihîn jî bav û kurê wî bi guleyên çekdarên li ser motorsîkletê hatin kuştin.
Li bajarokê Madan Atîq yê Dêrazorê jî ciwanek di encama teqîna mayinekê jiyana xwe ji dest da.
Li gundewarê Reqayê jî di encama teqîna mayinekê jinek û du zarokên jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Berlehîn , li nêzîkî bajarê Babê yê dagirkirî jî di encama teqîna bombeyekê de zarokek jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Hemayê jî di pevçûneke malbatî de li taxa El Fetha, kesek hat kuştin.



