Rûsya û Ukraynayê êrişên xwe yê li hemberî hev tund kirine.
Şeva Yekşemê, leşkerên Rûsyayê bi nêzîkî 50 balafirên bêmirov ên Şahed êrîşek li ser Ukraynayê dan destpêkirin
Îro jî artêşa Ukraynayê ragihand ku hêzên wan bi şevê li balafirgehekî Rûsyayê li 2 balafiran xistine.
Şeva Yekşemê, leşkerên Rûsyayê bi nêzîkî 50 balafirên bêmirov ên Şahed êrîşek li ser Ukraynayê dan destpêkirin.
Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku wan 40 ji van balafirên bêmirov bêbandor kirine.
Herêmên ku êrîş herî dijwar bûn Xarkiv û Donetsk bûn.
Çend bajarên Ukraynayê rojek berê rastî êrîşên Rûsyayê hatibûn.
Bi taybetî Xarkiv ji ber êrîşên giran ên bi dronên kamîkaze, bombeyên rêberkirî û moşekan bi tundî hate lêdan.
Li gorî Polîsê Neteweyî yê Ukraynayê, di 24 saetên dawî de li herêma Xarkiv 6 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Kîevê li balafirgeheke Rûsyayê li 2 balefiran xist
Îro jî artêşa Ukraynayê ragihand ku hêzên wan bi şevê li balafirgeha Savaslika ya Rûsyayê li 2 balafiran xistine.
Rûsyayê êrişeke bi hejmareke mezin ya balefirên bêmrov pêk anî.
Li gorî nûçeya Reutersê, artêşê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de got:
“Li gorî agahiyên destpêkê, li du balafirên dijmin hate xistin.
Her wiha Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku Rûsiyayê şeva Yekşemê-Duşemê 479 belefirên bêmirov ên teqîner avêtine ser Ukraynayê.
Hêza hewayî ya Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di şevê de bersiva 460 dronan û 19 mûşekên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin da.
Îro serê sibê Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji destpêka şer ve nêzîkî 997 hezar û 120 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin, ji wan 970 leşker di nava 24 demjimêrên dawî de hatine kuştin.
Zelensky: Divê Rûsya neçariyê aştiyê bê kirin
Li aliyê din serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskî êrîşên nû yên Rûsyayê bi tundî şermezar kir û bang li hevkarên xwe yên navneteweyî kir.
Zelenskî got:
“Li vî bajarî bombeyên hewayî li ser sivîlan tên avêtin – rêhesinek zarokan li nêzîk heye.
Ti wateya wê ya leşkerî tune ye. Ev eşkere teror e. Ev ji sê salan zêdetir e ku şerekî berfireh didome. Ev nayê paşguhkirin.
Ev ne lîstik e. Em her roj mirovan winda dikin ji ber ku Rûsya difikire ku bê ceza dimîne. Divê Rûsya neçar be ku aştiyê bike.”
Di axaftina xwe ya bi şev de Zelenskî ji xelkê re got ev êrîş ne “bersive” bi armanca tunekirinê ye.



