Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump amadekariyê dike ku biryarek bide ku beşeke mezin ji cezayên li ser Sûriyê hatine ferzkirin, rake.
Çaverê ye ku Trump vê tedbîrê di çend rojên bê de bigire.
Tê payîn ku Trump di rojên pêş de li ser vê mjiarê, ku rayedarekî wekî “rakirina hemû cezayên li ser Sûriyê” bi nav kir, peyamekê îmze bike.
Ev yek, piştî ku rêveberiya Trump di 23’yê Gulanê de biryarek dabû, pêk tê.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî aşkere kir ku “Qanûna Qeyser ya parastina sivîlên Sûrî” heta 6 mehan taloq kiriye.
Trump û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri di meha borî de li Riyadê ji bo sivikkirina cezayan nîqaş kiribû.
Ev hevdîtinek yekem bû, ku bi vî rengî ku piştî 25 salan di navbera her du welatan de pêk hat.



