Piştî civîna di navbera komîteyên hevbeş ên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê de, desteyê tedbîr û perspektîvên ji bo tomarkirina proseya ezmûnên mînhaca rejîma berê, aşkera kirin.
Piştî danê nîvro, di navbera komîteyên hevbeş ên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê de li Hesekê civînek hat lidarxistin. Civîn li ser hevkariya têkildarî proseya ezmûnên bawernameyên navîn û amadehî ya mînhacên rejîma berê ya Sûriyeyê hat lidarxistin.
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî civînê rêzetedbîr û perspektîvên ku divê ji bo tomarkirina ezmûnan li navendên diyarkirî yên li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin pêkanîn, girtin û dan.
Tedbîr û perspektîvên desteyê di civînê de girtine û dane wiha ne:
“Ji bo birêxistinkirina proseya ezmûnan û misogerkirina hêsaniya tomarkirina xwendekarên dixwazin ezmûnên navîn ên li gorî mînhaca Şamê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş bikin, em ji xwendekarên xwe yên hêja re tedbîr û şertên guncaw ên tomarkirinê li gorî usûlên hatine pejirandin, diyar dikin û wiha ne:
1-Xwendekarên dixwazin xwe tomar bikin û berê nikarîn xwe tomar bikirana; divê yek ji van belgeyan bînin:
- Eger hebe nasnameya takakesî yan jî belgeyek qeydê ya kesî yan jî lênûska malbatê (li şûna van belgeyan kopî nayê qebûlkirin).
- Navê çaremîn (nav, navê bav, navê bapîr û paşnav).
- 22500 lîreya Sûriyeyê ji bo tomarkirina ezmûnên navîn.
2-Xwendekarên dixwzin derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin divê van belgeyan bi xwe re bînin:
- Karta ezmûnan an jî kopyek ji kartê yan jî karta tomarkirinê yan jî kopyek ji karta tomarkirinê û tu pereyan ji bo vê nade.
- Tomarkirina xwendekarên qonaxa navîn ji 11/6/2025 heta 16/6/2025’an dest pê dike.
- Demên tomarkirinê saet ji 8’an sibehê heta 5’an êvarê ye.
Navendên tomarkirinê:
- Rêveberiya Dibistanan a Heselê li taxa Nasire
- Rêveberiya Dibistanan a Qamişlo, li taxa Sînaa, li kêlek Nexweşxaneya Dil û Çavan
- Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê li herêma 7 Kîlo (Çerxerêya Meamil)
- Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê, li kêlek Çerxerêya Saetê
- Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Tebqayê, li taxa Sanî (duyemîn), li kêlek avahiya Rêveberiya Dergehan
- Rêveberiya Dibistanan a Sirînê, li Sirînê, li kêlek navenda çandê.



