Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şandeyek PE’yê û Rêxistina ASF’ê re civiya. Di civînê de mijarên mirovî, hiqûqî, derfeta hevkariyê di wan waran de û avakirina şiyanan di mijarên edalet û mafên mirovan de hatin gotûbêjkirin.
Hevseroka daîreyê Îlham Ehmed û endamê Desteya Rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm şande pêşwaz kir.
Şande ji van aliyan pêk tê:
–Mûnîr Satorî; endamê Fransî yê Parlamentoya Ewropayê û Seroka Komîteya Mafên Mirovan (ku berê di sala 2021’an de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû) û parêzerê Baroya Parîsê ye, û Emilie Moreno seroka Komîteya Mafên Mirovan a Meclisa Niştîmanî ya Parêzerên Fransa, ku nûnertiya 164 baroyên Fransayê dike.
– Fabienne Sevran; seroka Komeleya Biratiya Giştî ya Fransî (Fraternité Générale), ku biratiyê bi rêya însiyatîfên dengî-dîtbarî, perwerdehî, çandî, werzîşî û sivîlî bi pêş dixe.
–Parêzera Baroya Parîsê û endama Parêzerên Sînornenas Marie Doss û parêzerê Baroya Parîsê û nûnerê Parêzerên Sînornenas Matthieu Yagard.
Rêxistina Parêzerên Sînornenas (ASF) rêxistineke nehikumetî ya navneteweyî ya neqezencê ye. Navenda wê wê li Fransayê ye. Ew komeleyek hevgirtinê ye û ji bo piştgirîkirina serweriya qanûnê, saziya dadwerî û mafê darizandina adilane dibe alîkar. Her weha ew şiyanên aliyên aktîv ên xwecihî di aliyê edalet û qanûnê de bi rêya pedakirina perwerdekirinê, xurt dike ku hewcedarî û zehmetiyên wan bên dabînkirin.
Her du aliyan li ser mijarên mirovî û hiqûqî û mafên mirovan, her wiha derfeta hevkariyê di van waran de û avakirina şiyanan di dosyayên edalet û mafên mirovan de nîqaş kirin.



