Nivîskarê Sûdanî Zekerya Nemir der barê krîz û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Efrîqa û modela Neteweya Demokratîk a Rêber Apo axivî.
Zekerya dibêje Modela Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ji bo azadî û hevsengiyê derfetke mezin e.
Zekerya Nemir anî ziman ku di nava netew dewletê de ji ber desthilatdariyê azadî nepêkane û got:
“Di rewşên wiha de berpirsyariyên mezin dikeve ser milên rewşenbîran.
Divê ne tenê weke rexneyan bike, di heman demê de divê xwedî helwest bin û rêyên çareseriyê destnîşan bikin.
Sîstemên siyasî yên li herêmê rê li ber azadiyê digirin.
Ev yek dibe sedem ku civak bi krîzan re rû bi rû bimînin.
Derbasbûna ji vê rewşê pêwîstî bi hevgirtineke xurt a di navbera rewşenbîrên rasteqîn yên xwedî cesareteke çandî û beşên din ên civakê de heye.”



