Li gorî navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 10 kes li Sûriyê di bûyerên cuda de hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li gundewarê bakurê Dêrazorê, di encama teqîna mayinekê de, ciwanek jiyana xwe ji dest da,
her wiha zarokekî temen 15 salî jî bi heman rengî li bakurê Reqayê jiyana xwe ji dest da.
Li Deraa, çekdarên nenas efserekî ewlekariya Şamê bi guleyan kuştin.
Her wiha rojnamevanê bi navê Ebdulrehman Elherîrî û ciwanekî din ku pê re bû li ser rêya di navbera bajarokê El Sûra û bajarokê El Hirak de hatin kuştin.
Li Şamê, di dema pevçûneke çekdarî di navbera çend welatiyan de li parkekê keçikek hat kuştin.
Li bajarê Cerablûs ê rojhilatê Helebê, di encama gulebarana bêserûber li dawetekê de keçekê jiyana xwe ji dest da.
Li rojhilatê Helebê kesek ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat kuştin.
Li gundewarê Idlibê, di encama şer û pevçûnên malbatî de, 2 kes hatin kuştin.



