Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir.
HPG sersasxî ji malbata her 2 şehîdan û gelê kurd ê welatparêz re xwest û soza pêkanîna xeyalê şehîdan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaiyekê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku di encama êrîşên artêşa dagirker de 27’ê Gulana 2025’an Welat Hêmin û 30’ê Gulana 2025’an Bawer Serhed şehîd bûne.
HPG’ê derbarê berxwedan û têkoşîna her 2 şehîdan de wiha got:
“Hevrêyê me Welat li Qada Berxwedanê ya Sergelê di topbarana dijmin de, hevrêyê me Bawer jî li Qada Berxwedanê ya Sergelê di êrîşa tankê de şehîd bû.
Milîtanên fedayî yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û şervanên bi biryar ên meşa me ya azadiyê hevrêyên me Bawer û Welat bûn mînakên xurt ên sekna Apoyî.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hêza xurt a îradeya Apoyî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê dan.”
HPG’ê destnîşan kir ku Bawer û Welat bi fedayiyane li ber xwe dan, li qadên ku şer lê herî dijwar bi zanebûna dîrokî tevgeriyan û performanseke serketî raber kirin û got:
“Gelek xebatên stratejîk ên girtin ser xwe, bi layiqî bi cih anîn û weke milîtanên mînak navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin.
Hevrêyên me Welat û Bawer bi seknên xwe yên fedayî yên di jiyan û şer de wê her tim bên bîranîn.
Em soz didin ku xeyala hevrêyên xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin û têkoşîna wan bigihînin serketinê.”
HPG sersasxî ji malbata her 2 şehîdan û gelê kurd ê welatparêz re xwest û soza pêkanîna xeyalê şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de bi vî rengî ne:

Nasnav: Bawer Serhed
Nav û Paşnav: Mehmet Aras
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayik – Bav: Makbule – Selamî
Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Gulana 2025’an / Zap

Nasnav: Welat Hêmin
Nav û Paşnav: Ethem Kocaman
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Kadriye – Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Gulana 2025’an / Zap



