Li bajarê Los Angelesê ku duyemîn bajarê herî mezin ê DYE’yê ye, ji ber çalakiyên şermezarkirinê yên zêde bûne, li navenda bajêr bi şev derketina derve hate qedexekirin.
Qedexeya ku duh kete meriyetê, di çarçoveya ‘rewşa lezgîn’ de hate ragihandin.
Şaredar Karen Bass diyar kir ku ji bo dawî li talankirin û xisarê bê anîn, rewşa lezgîn a herêmî ragihand û li navenda bajêr derketina derve qedexe kir.
Lê li gel destpêkirina qedexeyê jî bi dehan xwepêşandêr hîn li navenda bajêr bûn.
Polîsên Los Angelesê gotin, li hemberî komên ku qedexeyê binpê dikin, binçavkirinên ‘girseyî’ dewam dikin.



