QSD`ê nasnameyên 3 şervanên ku di cih û demên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin.
QSD`ê şehadeta 3 şervanan ragihand
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên ku li cih û demên cuda şehîd bûne, aşkera kirin.
Li gorî daxuyaniyê şervanê QSD`ê Ebdilqadir Şêx Osman (Ebû Casim El Reqawî) ji ber krîza dil, Ciwan Seîd Ebdilrehman (Can Şêr) li bendava Tişrîna û Xalid Seyah El Ibrahîm (Silêman) li Dêrazorê şehîd bûne.
QSD`ê sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest û soz da ku ji bo pêkanîna armancên şehîdan têkoşîna şoreşgerî dewam bikin.
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Navê kod: Ebû Casim El Reqawî
Nav û Paşnav: Ebdulqadir Şêx Osman
Navê Dayikê: Şemse
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Jidayikbûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 10 Hezîran 2025 (Ji ber krîza dil şehîd bû)

Navê Kod: Can Şêr
Nav û Paşnav: Ciwan Seîd Abdulrehman
Navê Dayikê: Sebah Hamada
Navê Bav: Seîd
Cihê Jidayikbûnê: Şam
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn, 3 Gulan 2025 (Ji ber teqîna mayînekê şehîd bû)

Navê kod: Silêman
Nav û Paşnav: Xalid Seyah El Ibrahîm
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Seyah
Cihê Jidayikbûnê: Dêrazorê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazorê – El Cezra, 9 Hezîran 2025



