Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûdê ji bo şervanên QSD’ê Baran Efrîn û Can Şêr ku di demên cuda de di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbûn, merasîma sersaxiyê li dar xist.
Merasîma sersaxiyê ya ji bo şervanên QSD`ê Baran Efrîn (Sebrî Henan) û Jan Şêr (Ciwan Ebdulrehman) li Meydana Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin.
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, komîn û meclisan di merasîmê de amade bûn.
Merasîmê bi deqîqeyeke rêzgirtina dest pê kir, piştre endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir axivî û diyar kir ku fedakariya şehîdan bingeha pêşketina civakan e.
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Selah Sîno jî axivî û wiha got: “Şoreşa ku me li dar xist û şehîdên ku me dane, li tevahiya cîhanê bûne mînak.
Bêyî fedakariya şehîdan em nedigihaştin rewşa ku em îro tê de ne.”
Piştî axaftinan beşdaran sersaxî da malbatên her du şehîdan û girêdan û dilsoziya xwe ya bi xwîna şehîdan re anîn ziman.



