Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Haîtiyê, ku tundiya çeteyan lê diqewime, nêzîkî 1.3 milyon kes ji hundir ve bê cih û war mane.
Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku ji Kanûna 2024’an vir ve hejmara kesên bê cih û war bûne ji sedî 24 zêde bûye.
Rêvebira Giştî ya Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê Amy Pope, destnîşan kir ku li pişt van hejmaran gelek kes hene ku êşa wan nayê vegotin.
Amy Pope got:
“Zarok, dayik, kal û pîr, ku gelek ji wan pir caran neçar mane ku ji malên xwe derkevin.
Ew niha di şert û mercên ne ewle û ne domdar de dijîn. Divê em tedbîrên lezgîn bigirin. Ev krîz nikare bibe rewşa normal.”
Li Haîtiyê zêdetirî 5 hezar kes di êrîşên çeteyan de mirin
Haîtî, ku bi salan e bi krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê re têdikoşe, bi nifûsa xwe ya ji 11 mîlyonî zêdetir re rû bi rû ye û xetereya birçîbûnê heye.
Li welêt, ku ji sedî 80’ê paytext Porta-Prince ji hêla çeteyên çekdar ve tê kontrol kirin, tundî zêde dibe.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2024’an de li Haîtiyê ji ber êrîşên endamên çeteyên çekdar zêdetirî 5 hezar û 600 kes mirine.



