Gelek welatan bertek nîşanî êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê dan.
Neteweyên Yekbûyî û Erebistana Siûdî, Umman, Urdun, Îmarat, Endonezya, Tirkiye û Japonyayê êriş şermezar kirin.
Gelek welatan êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê şeremezarkirin û hişyarî dan.
NY: Êriş wê bandorê li danûstandinên Washington û Tehranê bike
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji ber êrişê fikarên xwe anîn ziman û hişyarî da ku êriş wê bandorê li dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de bikin.
Guterres bang li hemû aliyan kir ku ji ketina nav şerekî berfirehtir ku herêm nikare rake, dûr bikevin.
Umman: Êriş çareseriyên dîplomatîk dixe xeteriyê
Ummanê jî ku di dan û standinên Washington û Tehranê de navbeynkariyê dike bi daxuyaniyekê êrişên Îsraîlê şermezar kir û wek “rageşiyeke xeternak ku hewldanên çareseriya dîplomatîk dixe xetereyê” bi nav kir.
Ummanê bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî vê xeteriyê helwesteke zelal nîşan bidin.
Erebistana Siûdî: Êriş binpêkirina qanûn û pîvanên navnetewî ye
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî jî daxuyaniyek da û êriş şermezarkir. Di daxuyaniyê de êriş weke binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî hate bi nav kirin û bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê hate kirin ku demildest êrişê rawestînin.
Urdun: Ev êriş aramî û ewlehiya herêmê dixe xeteriyê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Urdunê jî diyar kir ev êriş ewlehî û aramiya herêmê dixe metirsiyê û bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê, kir ku ji bo rawestandina êrişan tedbîrên lezgîn bigirin.
Îmarat: Divê alî xwe ji berfirehkirina aloziyê dûr bigirin
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê jî fikarên xwe li ser êrişê anî ziman. Wezaretê xwest ku alî xwe ji berfirehkirina aloziyê dûr bigirin û banga çareseriya dîplomatîk kir..
Endonezya: Êrişên Îsraîlê wê aloziyên li herêmê zêde bike
Wezareta Karên Derve ya Endonezyayê jî ragihand ku êrişa Îsraîlê wê aloziyên herêmî yên heyî zêde bike û wê bibe sedema şerekî berfirehtir.
Japonya: Êriş wê rewşa li herêmê xirabtir bike
Wezereta Karên Derve yê Japonyayê jî êriş şermezar kir û diyar kir ku êriş wê rewşa li herêmê xirabtir bike.
Tirkiye: Êrişa Îsraîlê xizmetê ji têkbirina aramiya herêmê re dike
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê jî êrişên Îsraîlê şermezar kir û diyar kir ev êriş binpêkirina hiqûqa navnetewî ye û provakasyoneke ku xizmetê ji polîtîkaya Îsraîlê ya têkbirina aramiya herêmê re dike.
Trump: Eger Îran bersiva êrişan bide em ê Îsraîlê biparêzin
Li aliyê din Serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand ku ger Îran bersivê bide ew ê Îsraîlê biparêzin.
Trump, diyar kir ku beriya êrişê haya wan jê hebû û got: “Nabe ku Îran bibe xwedî bombeya nukleerî û em hêvîdarin vegere ser maseya danûstandinan.



