Iranê li ser zimanê gelek rayedarên xwe ragihand ku ew ê êrişên Israîlê yên ser sibehê li dijî deverên cuda yên Iranê û bi taybet navendên Nuklerî bê bersiv nelêle.
Parêzvanên Şoreşê yên Îranê ragihand ku ew ê tola kuştina fermandarê xwe Hisên Selamî hilînin.
Parêzvanên Şoreşê yên Îranê bi daxuyaniyekê got ku ew ê bersiveke tund bidin israîlê.
Iranê sererkan û fermandarekî nû li şûna yên kuştî erkdar kirin
Weke bersiva yekem, piştî kuştina Hisên Selamî û Sererkanê artêşê Mihemed Baqirî, Iranê Ebid Rehîm Mosoy wek sererkanê artêşê û Mihemed Bakbûr wek fermandarê Parêzvanên Şoreşê erkdar kirin.
Wezareta Derve ya Îranê: Amerîka berpirsa êrişên Israîlê li dijî me ye
Li aliyê din wezareya karên derve ya Îranê da zanîn ku israîl bê Amerîkayê nikare êrişê pêk bîne û wiha dewam kir:
Amerîka ji êrişên Israîlê berpirs e.
Artêşa Îranê: Em ê bersiveke tund bidin Israîlê
Artêşa Îranê bi daxuyaniyekê got ku ew ta niha şerekî ezmanî li dijî Israîlê dikin û wiha got:
Em derseke hişk û tund bidin serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahû.
Artêşa Îranê di daxuyaniyê de ji gelê xwe daxwaz kir ku aram be û nêzî dever û navendên leşkerî nebe.
Di wê çarçoveyê de Iranê bi bêtirî 100 dronî di ser ezmanê Iraqê û Sûriyê re êrişî Israîlê kir.
Rêberê olî Xamîneyî bi bersiva hişk gef li Israîlê xwar
Serokê Ruhî yê Îranê Elî Xamîneî gef li Israîlê xwar û got:
Israîlê çarenûsa xwe ya xerab bi van êrişên xwe li dijî me diyar kir, bê guman wê çarenûsa xwe bibîne.
Israîl wê ji cezayê hêzên me nefilite.
Xamîneî da zanîn ku ji ber êrişên Israîlê hejmareke ji sermandar û zanyarên nuklerî hatin kuştin.
Berdevkê artêşa Îranê: Israîl wê berdêlên mezin bide
Berdevkê Artêşa Îranê Ebû Fedil Şikarcî got ku Israîl û Amerîka wê berdêlên mezin bidin. Israîlê bi desteka Amerîkayê êrişî me kir.
Ebû fedil Şikarcî da zanîn ku niha em li ser astên bilind plan û lêkolîn dikin ku bersiveke tund bidin Israîlê.



