Nûnera Taybet a Jin, Aştî û Ewlehiyê ya Sekreterê Giştî yê NATO’yê Irenne Fellin got,
Di hevdîtinên aştiyê de jinan hindik cîh girtine, ev jî xetere .
Di hevdîtinên aştiyê yên sala 2022’yan de ji aliyê NY ve hatine meşandin, rêjeya nûnerên jin tenê ji sedî 16 ye.
Nûnera Taybet a Taybet a Jin, Aştî û Ewlehiyê ya Sekreterê Giştî yê NATO’yê Irenne Fellin têkildarî mijarê axivî .
Irenne Fellin got ku li tevahiya dinyayê pir kêm jin beşdarî çareserkirina pevçûnan bûne.
Irenne destnîşan kir ku ev jî dibe sedema derketina hinek rîskan.
Irene Fellin a ku xuya ye ji jinên Kurd ên li Rojhilata Navîn hewl didin aştiyê pêk bînin ne haydar e, wiha got:
“Jin hîn jî di birêvebirin û çareserkirina nakokiyan de kêmnetewe ne.
Delîlên di destê me de nîşan didin ku jin di hevdîtinan de nebûne, lewma jî çend mijar kêmtir hatine nirxandin.”
Irenne diyar kir ku di asta NY de dîplomata herî payebilind jinek bi navê Kaja Kallas e.
Lê dîsa jî di nav 27 welatên ku endam in de tenê 5 wezîrên karên derve û tenê 3 wezîrên parastinê hene.



