Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê bîlançoya giştî ya şerê bi Rûsyayê re parve kir.
Li gor bîlançoyê Ukrayna dibêje Rûsya ji destpêka şer ve mîlyonek zêdetir leşker winda kiriye.
Li aliyê din Putîn jî di civînekî de got li Ukraynayê ji destpêka operasyona leşkerî ya taybet ve zêdetirî 80 hezar hedef di hewayê de hatine îmhakirin.
Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ragihand ku ji destpêka dagirkirina berfireh ve Rûsya, milyonek leşker winda kiriye.
Hat ragihandin tenê di sal û nîvek borî de zêdetirî 628 hezar leşker miriye.
Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê doh ragihand ku Rûsyayê ji destpêka dagirkirina berfireh a 24’ê Sibata 2022’yan vir ve li Ukraynayê milyonek û 340 hezar leşker winda kiriye.
Di nav windahiyan de leşkerên Rûsî yên ku birîndar bûne an jî ji bo şer nekarîne, hene.
Her wiha li gorî raporê:
Rûsyayê 10 hezar û 933 tank, 22 hezar û786 wesayîtên şer ên zirxî, 51 hezar û 579 wesayît û depoyên sotemeniyê
29 hezar û 063 pergalên topan, hezar û 413 pergalên roketan, hezar û 184 pergalên parastina hewayî, 416 balafir, 337 helîkopter, 40 hezar 435 balafirên bêmirov, 3 hezar û 337 moşekên krûz, 28 keştî winda kir.
Ukrayna bîlançoya giştî ya hêzên Rûsî parve kir
Ukraynayê di 1’ê Adara 2022’yan de dest bi şopandin û weşandina giştî ya windahiyên Rûsan kir.
Wê demê, hejmar wekî 5 hezar û 710 mirî û 200 dîlgirtî hatibû tomar kirin. Ji wê demê ve, windahî her sal zêde dibin.
Li gorî Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, di sala 2022’yan de Rûsyayê 106 hezar û 720 leşker winda kirin.
Di sala 2023’yan de, windahî ji du qatan zêdetir bûn, di nava 693 rojê de gihişt 253 hezar û 290 leşkeran.
Di sala 2024’an de, windahiyên rojane ji sînorê hezarî derbas bûn, bi tevahî gihîştin 430 hezar û 790 leşkeran.
Li gorî van daneyan, di sala 2025’an de Rûsya teqrîben hezar û 286 leşker di rojê de winda dike.
Pûtîn: Ji destpêka şer ve zêdetirî 80 hezar hedef di hewayê de hatine îmhakirin
Li aliyê din li gorî daxuyaniyek ji Qesra Kremlinê, Pûtîn li paytext Moskowê bi rayedarên Rûs re civînek li ser projeya bernameya çekdarkirina dewletê ya salên 2027-2036 li dar xist.
Pûtîn di civînê de wiha got:
Li Ukraynayê ji destpêka operasyona leşkerî ya taybet ve zêdetirî 80 hezar hedef di hewayê de ji hêla pergalên parastina hewayî ve hatine îmhakirin.
Ji van 7 hezar û 500 mûşek û roketên taktîkî û krûz ên operasyonel in.
Nêzîkî sedî sed ji wan hilberîna Rojavayî ne.”



