Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Îsmaîl dema li ser erka xwe bû, ji ber krîza dil şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Îsmaîl 14’ê Hezîranê dema erka xwe bi cih dianî, ji ber krîza dil şehîd bû.
Fermandariyê diyar kir şehîd Îbrahîm mînakeke dîsîplîn û dilsoziya bi erkê re bû, ji bo parastina welatiyan û ewlehiya bajar xizmet kir û navê wî dê di lîsteya nemiran de bimîne.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û hevreyên şehîd re hat xwestin û biryara diloziya bi şehîdan re û parastina herêmê hat destnîşankirin.
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nav û paşnav: Îbrahîm El Îsamîl
Navê dayikê: Yazî
Navê bav: Îsamîl
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa, 1971
Cih û dîroka tevlêbûnê: Tebqa, 21 Nîsan 2018
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, 14 Hezîran 2025



