Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan li Amedê serdana partiyên siyasî yên Kurd kir, li ser pêvajoyê û yekîtiya netewî niqaş hatin kirin.
Bakirhan diyar kir hevdîtina Rêber Apo bi lîderên Kurd re wê tevkariyeke mezin li pêvajoyê bike.
Bakirhan û şandeya pê re, bi Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Demokrat a Kurdistan-Turkiye, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtina bi partiyan re li ser girîngiya tevlêbûna ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk û yekîtiya Kurdan niqaş hatin kirin.
Bakirhan: Birêz Ocalan ji me xwest em fikrên partiyên kurd bigirin
Tûncer Bakirhan anî ziman ku di çarçoveya pêvajoyê de wan bi partiyên siyasî re civîn lidar xistin û got:
“Ji bo em rexne, pêşniyar û fikrên partiyên xwe kom bikin, me ev serdan pêk anî.
Ji xwe Birêz Ocalan bi taybetî got ew qîmetê dide fikrên partiyên Kurd û ji me xwest ku em li rexne û pêşniyarên wan ên li ser vê pêvajoyê guhdarî bikin.”
Bakirhan: Birêz Ocalan girîngiyeke mezin dide yekîtiya netewî ya Kurd
Bakirhan diyar kir ku Rêber Apo girîngiyeke mezin dide yekitiya neteweyî ya Kurd û got,
“Birêz Ocalan ji salên 1990’î û vir ve gelek bangên yekitiya neteweyî û banga kongreya neteweyî kiriye.
Ez hêvî dikim ku di demên pêş de birêz Ocalan jî derbarê pêvajoya berdewam dike bi rêberên kurdan re hevdîtinan bike. Ev girîng e û wê tevkariyeke mezin li pêvajoyê bike.”



