Her ku diçe pevçûn û êrişên di navbera Îsarîl û Îranê de zêde dibin û alozî kûrtir dibe.
Duh bi şev Îsraîlê baregehên xaza xwezayî û akademiya leşkerî ya deryayî li Îranê bombebarankir.
Her wiha Îranê jî êrişê Îsraîlê kir û di encamê de 14 kes hatin kuştin.
Heta niha jî gefên Îsraîl û Îranê ji hev re dewam dikin.
Êrîşên hewayî yên Îsraîl û Îranê di roja 3’an de dewam dike.
Tevî ku Îsraîl zirarên cidî gihane tesîsên nukleerî yên Îranê jî, wêneyên satelîtê û daxuyaniyên hevbeş ên ji herêmê nîşan didin ku pevçûn wê hîn kûrtir bibin.
Dûh bi şev Îranê bi gelek fozeyan êrişî Til Ebîbê kir..
Her wiha êrişên Ezmanî li ser Heyfa jî pêk anî û şewateke mezin rû da..
Di êrişa Îranê li ser Îsraîlê de 14 kes hatin kuştin
Xizmetên ambulansê yên Îsraîlê ragihandin ku herî kêm 14 kes di êrîşên mûşekî yên Îranê de hatine kuştin.
Zêdetirî 130 kesên din jî birîndar bûne, piştî ku sefareyên hişyariyê pêketin û bi mîlyonan kes ber bi stargehan ve birin.
Zirareke mezin jî gihaşt avahiyan.
Wezareta Petrolê ya Îranê jî anî ziman ku piştî Îran û mûşekan êrişî Îsarîlê kir, Îsraîlê du tankên sotemeniyê li Tehranê kirin armanc.
Îsraîlê li dijî Îranê êrişeke nû ya ezmanî dest pê kir
Her wiha Îsraîlê di saetên êvarê de li dijî Îranê êrişeke nû ya ezmanî dest pê kir.
Li gorî ku medyaya Îranê ragihandî, bajarê Bender Ebas yê li devera tengava Hurmuzê buye hedefa êrişan.
Medya Îranê: Qada xaza xwezayî û deverên petrolê hatin bombebarankirin
Hat ragihandin baregehên xaza xwezayî û akademiya leşkerî ya deryayî hatine bombebarankirin.
Her wiha qada xaza xwezayî ya bi navê Pars a Başûr ya li ser kendava Besrayê jî hate bombebarankirin.
Hat ragihandin ji bombebaranê şewateke mezin rû daye.
Dîsa li bajarê bûşehr jî navendeke petrolê û xaza xwezayî hate bombekirin.
Medyaya Îranê ragihand, bajarên Tehran, Kirmanşan, Loristan, Huzistan, Hurmuzgan û Başûrê Azerbeycanê jî hatine bombebarankirin.
Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA), Rafael Grossi got:
Tesîsên dewlemendkirina uranyûmê yên Fordow û tesîsên nukleerî yên Natanzê ji êrîşa roja Înê vir ve ti zirareke din negihîştiye.



