Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger Îran bi rengekî êrişî DYE’yê bike, ewê bi hemû hêza xwe bersivê bidin.
Donald Trump îro sibehê li ser Truth Socialê peyamek weşand û got:
“Eger em li êrişeke Îranê rast bên, Hêzên Çekdar ên Dewletên Yekbûyî wê bi hemû hêza xwe di asteke welê de bi ser we de bê ku qet nehatiye dîtin. ”
Trump îdîa kir ku eleqeya Washingtonê bi êrişên Îsraîlê yên li ser Tehranê nîne.
Her wiah Trump got, ”Îran û Îsraîl dikarin bi hêsanî li hev bikin û em dikarin vî şerê bi xwîn bi dawî bikin.”
Îsraîlê di siharê de êrişên nû bir ser bernameya nukleerî ya Îranê, Îranê jî bi fuzeyan bersiva vê yekê da.
Heta niha jî êrişên di navbera Îsraîl û Îranê dewam dike.



