Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Şehba û Efrînê topbaran kirin

Di 2 salvegeriya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê jî artêşa dewleta Tirk êrîşên xwe ranewstandin û gundewarê Efrîn û Şehbayê topbaran kirin.

Nûçegihanê me ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê û gundên Şehbayê bi top û moşekan topbaran dikin.

Nûçegihanê me diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeyên Şera û Şêrawa Soxinekê, Alqemiye û Kefer Anton bi top û moşekan topbaran kirin.

Her wiha gundê Kefe Naya, Eyn Deqna û Semoqiye li kantona Şehbayê jî topbaran kirin.

Derbarê zeyarên topbaranê ti agahî nehatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button