Rêveberiya Xweser : Derbarê aloziya aborî de rêzebiryarên girîng girtin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya aborî a li herêmê nîqaş kir û rêzebiryar girtin.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş û Bêrîvan Xalid bi buro, komîte û desteyên aborî re civînek li dar xist.

Civîn li navenda Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê li dar ket.

Di civînê de rewşa aborî ya Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sedem û rêyên derbaskirina aloziya aborî hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mehbaş piştî civînê, encamnameya di kongreyek çapemenîyê de eşkere kirin.

Ji biryarên hatin girtin ev in:

Wê piştgiriya madeyên xwarinê yên sereke were kirin.

Made wê bi buhayên guncaw li ser şêniyan bên belavkirin.

Wê tu guhertin di bihayên sotemenî, nan û amûrên veguhestinê de çênebin.

Wê çavdêriya zemhêrê li bazaran zêde bibe.

Wê “Şaneyek aloziyê” ava bibe da ku rewşa aborî ya awarte bişopîne.

Wê desteka berhemên herêmî were kirin.

Leave a Reply

Back to top button