Li bajarê Pune ya Hindistanê pirek hilweşiya û di encama vê yekê de 2 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn.
Bajarê Pune rojavayê Hindistanê ye.
Pira ku hilweşiya li ser Çemê Indrayanî ye.
Rayedaran gotin ku piştî hilweşîna pirekê li Hindistanê, herî kêm du kes mirin û zêdetirî 30 kes birîndar bûn.
Her wekî 6 kes jî hatine rizgarkirin.
Serokwezîrê Maharashtra Devendra Fadnavis têkîldarî bûyerê li ser medya civakî daxuyaniyek da.
Fadnavis dibêje ji ber hilweşîna pirê xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.
Serokwezîrê welêt jî da zanîn ku 6 kes hatine rizgarkirin, 32 kes birîndar bûne, şeş kesên din di rewşeke krîtîk de ne.
Ji bo rizgarkirina wan Hêza Bersivdana Karesatên Neteweyî hatiye şandin, di heman demê de ji ajansên din re hatiye gotin ku di rewşa hişyariya bilind de bimînin.



