Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov li paytext Moskowê bi rojnamevanan re têkîldarî şerê Îran-Îsraîlê nirxandin kir.
Dmitry Peskov diyar kir ku ew amade ne, di navbera Îsraîl û Îranê de navbeynkariyê bikin.
Peskov behsa rageşiya ku bi êrîşên tund ên Îsraîlê li ser Îranê dest pê kir kir û got:
“Em kiryarên ku li herêmê bûne sedema rageşiyek xeternak şermezar dikin.
Em dibînin civaka Îranê li hember êrîşên ji hêla Îsraîlê ve têne kirin dibe yek.”
Peskov destnîşan kir ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser vê mijarê bi Serokê Îranê Mesûd Pezeşkyan, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump re axaftinên telefonê yên cuda kirine û ev tişt destnîşan kir:
“Rûsya amade ye ku dema pêwîst be piştgiriya navbeynkariyê bike.
Pêşniyara ku Putin di dema hevdîtina bi Trump re kir li ser maseyê ye. Ev pêşniyar niha jî guncaw e.
Di vê çarçoveyê de, Rûsya amade ye û dixwaze. Ev hemû dikarin dema pêwîst be werin bicîhanîn.
Rûsya amade ye ku hemû hewla xwe bide da ku sedemên bingehîn ên vê krîzê ji holê rake.”
Berdevk Peskov got civaka navneteweyî li ser nakokiya Îsraîl-Îranê bûn du perçe û ev “dersek” e.



