Hate zanîn ku li Xezayê ji ber teqîna bombeyekê leşkerekî Îsraîlê hat kuştin û 9 leşker jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê giran ê li başûrê Xezayê de leşkerek ji “Lîwaya Golanî” hatiye kuştin û yek jê efser 4 leşkerên din jî birîndar bûne.
Radyoya Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ku ji ber teqîna bomeyekê di wesayîta zirxî de leşkerek hatiye kuştin û 9 jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di şerê li başûrê Xezayê de cîgirê fermandarê yekîneyeke Lîwaya Golanî hatiye kuştin.



