Şerê Îsraîl û Îranê di rojeva sereke ya cîhanê de ye. Fransa dibêje guhertina rejima Îranê wê bibe şaşiyeke mezin. Serokê Amerîkayê jî ji bo civîna lezgîn ekîba ewlekariya netewî kom dike û bang li xelkê Tehranê dike ku bajêr vala bikin.Yekîtiya Ewropayê jî dixwaze rageşiya di navbera her du welatan de kêm bibe.
Şerê Îsraîl û Îranê di rojeva cîhanê de ye.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku eger Amerîka di navbera Îsraîl û Îranê agirbestê pêk bîne wê baş bibe.
Macron: Li Îranê guhertina rejimê wê bibe şaşiyeke mezin
Macron ku li civîna G-7’an axivî diyar kir li Tehranê guhertina rejimê wê bibe şaşiyeke stratejîk. Macron diyar kir ji derve de bi bombebaranê welat nayê rizgarkirin û bang li her du aliyan jî kir ku êrişên li dijî sivîlan rawestînin.
YE: Em alîgirê kêmkirina rageşiyê ne
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Usula Von Der Leyen jî diyar kir ew alîgirê kêmkirina rageşiyê ne û got,
“Ji bo çareseriya krîza Îranê, Xeze jî di navê de ji bo rê li pêvajoyeke berfireh ya kêmkirina rageşiyê veke em di nava hewldanan de ne. Ji ber bandora vê ya muhtemel ya li ser bazarê jî em di nava tevgerê de ne.”
Hindistanê xwendekarên xwe ji Tehranê derxist
Wezareta Karên Derve ya Hindistanê ragihand, ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîlê de wan xwendekarên Hindî yên li Tehranê dexistine derveyî bajêr.
Ji welatiyên din jî hate xwestin ku li gorî derfetên xwe ji herêmê veqetin. Her wiha wezaretê ragihand hinek welatiyên xwe jî li ser Ermenistanê re ji Îranê derxistine.
Almanyayê balyozxaneya xwe ya li Tehranê girt
Balyozxaneya Almanya ya li Tehranê ragihand ji ber şerê ku berdewam dike ji gel re hate girtin.
Di daxuyaniya balyozxaneyê de ji gel hate xwestin ku serdana avahiyê nekin.
Trump: Divê tavilê herkes ji Tehranê bên derxistin
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bang li xelkê Tehranê kir ku bajêr vala bikin.
Trump ku li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da, dibêje,
“Divê Îranê ew peyman îmze bikira. Îran nabe ku bibe xwedî çekên nukleer. Min ev yek gelek caran gotiye. Divê herkes tavilê ji Tehranê derkeve.”
Medyaya Amerîka: Trump bi lezgîn ekîba ewlekariya netewî kom dike
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Amerîkayê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Civîna Bilind ya G-7’an ya li Kanadayê veqetiyaye û li Qesra Spî fermana civînê ya bi ekîba ewlekariya netewî re daye.
Hat ragihandin wê di civînê de rewşa dawî ya şerê Îsraîl û Îranê were nirxandin.



