9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ku ji Desteya Desteya Çandê ve hatiye organîzekirin, hat vekirin.
Pêşangeha ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve hatiye organîzekirin, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hatiye vekirin. Di pêşangehê de bi dehan tablo hatine pêşandan.
Çalakiya vekirina pêşangehê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serferaz Şerîf axivî.
Serferaz huner bi berxwedan û rihê ku ji bo nasname û azadiyê lê dide wesifand. Her wiha rola çalakiyên çandî di zindîkirina hafîzeya civakê de vegot.
Endamê Komîteya Amadekar a Pêşangehê Ebdulmecîd Xelef jî bal kişand ser girîngiya hunera şêwekariyê di îfadekirina rewşê û pirsgirêkên civakê de.
Piştî axaftinan kurdeleya pêşangehê hat vekirin, hezkiriyên şêwekariyê dest bi temaşekirina pêşangehê kirin.
Pêşangeh wê heya 19’ê Hezîranê dewam bike û her roj di navbera saetên 10.00-14.00 û 16.00-20.00’an de vekirî be.
Di roja dawî de dê şevbuhreke hunerî û helbestan were lidarxistin û şêwekarên beşdar werin xelatkirin.



