Li Fransayê 7 kesên amadekariya êrîşekê dikirin hatin girtin

Li Fransayê palana êrîşekê ku ji Iraq û Sûriyê hatibû plankirin hat têk birin.

Li herêma Brest a li bajarê Fînîstere ya li bakur rojavayê Fransa 7 kesên ku amadekariya êrişekê dikirin hatin girtin.

Hat ragihandin hin kesên hatine girtin, ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve weke kesên metirsîdar li ser ewlekariya Fransayê hatine qeydkirin.

Li gorî nûçeya radyoya Europe 1, kesên hatine girtin pêwendiya wan bi komên Îslamî yên tundrew re hene.

Li gorî rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Navxweyî ya Fransayê, Kesên palana êrîşê dikirin, ji Iraq û Sûriyê ve dihate birêvebirin.

Di Çileya 2015’an de jî komeke îslamî yên tunderw komkujiyek li kovara Chasrlîe Hebdo pêk anî, 255 kesan jiyana xwe ji dest da.

Leave a Reply

Back to top button