Erdogan şandina hêzên xwe vedişêre..NY jî qala cezakirina wî dike

Piştî bidawîbûna xebatên Kongreya Berlînê ya der barê Lîbyayê de, Erdogan zimanê xwe diguharîne û idia dike wî ti leşkerên xwe neşandine Lîbyayê tenê wî şêwirmend û serbaz rê kirine.
Erdoganê ku berî du salan digot “me hezar gundên Efrînê ji eslê 366 gundî rizgar kiriye”, tevî hemû belgeyan jî, şandina hêzên xwe vedişêre.
Li bermaberî wê jî, NY vê weke sûcekê têrker ê cezakirina Erdogan pênase dike.

Televîzyona n-tv a Almanî li ser zimanê serokkomarê dewleta Tirk Erdogan ragihand ku Tirkiyê heya niha ti hêzên xwe neşandine Lîbyayê, tenê şêwirmendên leşkerî û perwerdekar şandine.

Erdogan: Me hêzên xwe neşandine Lîbyayê!

Erdogan, hefteya borî gotibû wan dest bi şandina hêzên xwe bo Terablusê kiriye, lê diyar e encamên Kongreya Berlînê ne li gorî berjewendiyên dewleta Tirk bûn, ji lew re Erdogan zimanê xwe guhert.

Hat zanîn, Erdogan berî ragihandina encamnameya Kongreya Berlînê bi 2 saetan ji Berlînê derket.

Li gorî Televîzyona Almanî jî, Erdogan dema ji Kongreyê vedigeriya Enqereyê ji rojnamegeran re gotiye ku Tirkiyê hîmê bingehîn ji bo pêkanîna agirbestê danîye.

Her wekî ji wan re teqez kiriye ku hebûna Tirkiyê li Lîbyayê hêviyên aştiyê xurt kir.

Erdogan: Hebûna me li Lîbyayê ji bo Aştiyê girîgn e!

Lê gotinên ku ji Berlînê derketin, tersî gotinên Erdogan ên binakok hatin.

Nnûnerê NY ê taybet bi Lîbyayê Xesan Selama teqez kir ku “Erdogan li ser bendê 5an ê Kongreyê erê kiriye ku ew ê ti hêz û çeteyan neşîne Lîbyayê û destwerdanê lê neke.”

NY: Êdî em dikarin Erdogan ceza bikin.

Selama got:

Êdî aniha pelikek ji bo cezakirina wî bi min re heye, berê ev yek di dest me de nebû.

Di wextekê de ku ew hemwextî hev, qala cezayan û şandina hêzên Tirkiyê dike, diyar e ku NY destwerdana Tirkiyê ji bo Lîbyayê teqez kiriye.

Hikumeta AKPê, 2yê Çileyê ji bo şandina leşkerên xwe, li hember muxalefeta welêt sekinî.. lê li ser erdê xwest projeya xwe bi rêya çeteyan
pêk bîne.

Jixwe ev demeke baş heye ku dezgehên ragihandinê nûçe û dîmenên derbaskirina çeteyên dewleta Tirk ji Sûriyê bo Lîbyayê digirin dest û herî dawî belgeyên derbasbûna 1400 çeteyî hatin belavkirin.

Weke çawa berî nêzî 6 salan Erdogan ji bo rewşa Sûriyê zimanê xwe li dijî Ewropayê tûj kir, hefteya borî, careke din jê xwest xwe ji bo penaber û terorê amade bike!

Bi rastî jî 17 çete şandin Ewropayê û Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî jî ev yek piştrast kir.

Leave a Reply

Back to top button