Parêzer Selîn: A tê kirin, qirkirina zayendî ye

Li Tirkiyê, tenê di 3 mehên dawî de 70 jin hatin kuştin û kujerên wan hatin berdan. Parêzer Selîn Nakipoglû diyar kir ku ev tawanên tên kirin, “qirkirina zayendî” ne û ji bo vê, bang li Wezîra Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakê kir ku ji erkê xwe biqere. 

Parêzer Selîn, anî ziman ku li Tirkiyê di dema Corona de, tundiya li ser jinê zêdetir bûye, rayedaran der barê vê de jî, ne tedbîr girtine û ne jî tiştek gotine.

Selin got:

“Di vê pêvajoyê de, rayedaran peywira xwe bi cih neaniye û jin bi tundiya mêran re, rû bi rû hiştine.

Li dijî van kirinan, dengekî cidî jî tune ye.

Wezîra Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakê ku li dijî tawanan tedbîran nagire, divê dest ji erk berde.”

Li gorî daneyên Paltforma “Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin”, di meha Adar,Nîsan û Gulanê de 70 jin hatine kuştin.

2 hezar û 125 jin jî, serî li Federasyona Komeleyên Jinan ya Tirkiyê daye.

Back to top button