Di Konfiransa Sîstema Hevserokatiyê hate diyar kirin ku ji bo têk birina modernîteya kapîtalîst ya ku jin kiriye amûrek ji bo bercwendiyên xwe, ewê li gorî felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bimeşin.
Ji bo wê jî Konfiransa Hevserokatiyê bi vê encamnameyê bi dawî bû:
-Pergala hevseroketiyê stûna sereke ya avakirina civaka demokratîk e.
-Ji bo parastina jinan û civakê pêwistî bi aktîvkirina pergala hevseroketiyê heye.
-Karê komînan û fikrên hevbeş bingehên biserxistina pergala hevseroketiyê ne.
-Zêdekirina perwerde û semînerên li ser pergala hevseroketî û neteweya demokratîk.
-Xebitîna li ser guhertina zihniyeta desthilatiyê li gel zilaman û zihniyeta klasîk li gel jinan.
-Aktîvkirina pergala hevesrolatiyê misogerkirina pêkanîna neteweya demokratîk û têkbirina modernîteya kapîtalîst a ku civak û jinan hedef digire, ye.
-Avakirina civaka polîtîka-exlaqî bi rêya aktîvkirina pergala hevserokatiyê di civaka demokratîk de pêkan e.
-Ji bo bicihanîna pergala hevserokatiyê divê em xwedî li felsefeya Jin, Jiyan, Azadî derkevin.



