Îro li Guristana şehîd Xebat Dêrik a bajarê Dêrikê têkoşer û cigirê Rêveberiya Xweser Ferhad Dêrik di salvegera 3’a şahadeta xwe de bi merasimek girseyî hat bibîranîn.
Di bîranên saziya malbatên şehîdan, ji Rêveberiya xweser sazî û rêxistinên bajarê Dêrikê beşdarbûn dan çêkirin
Merasima bîranê bi deqeyek rêzgirtina bû giyanê şehîdan destpêkir.
Piştre li ser navê malbatên Şehîdan Ceger Dêrik axivî.
Ceger balkişande ser têkoşîna û berxwedana şehîd Ferhad û ragihand ku şehîd Ferhad di dîroka xwe ya 31 salan de, bê rawestan , li her çar aliyên Kurdistanê xebat kir, gel perwerdekir.
Bû yek ji stuna bingehîn ê avakirin û pêşxistina şoreşa Rojava û rêveberiya xweser. Hedefa wiya herî mezin neteea demokratîk a projeya rêber Apo pêk anîn bû.
Li ser navê malbatê mamê şehîd Ferhad Seîd Şiblî axivî.
Seîd Şiblî ragihand ku wan ev doza pîroz ji xwe her hilbijartine heta dawiyê xwe li şehîdên xwe derkevin û got: Her kes nikare bibe şehîd. Şehîd ew kesin pîrozin û xwedî nirxên mezinin.
Dayika şehîd Ferhad Şirin Omer jî xêrhatina gel kir û teqez kir ku ew bi kurên xwe yên şehîd serbilinde.
Xwişka şehîd Ferhad Dalya Şiblî jî girêdana xwe ya bi doza şehîdan re anî ziman û ragihand ku ew ê heta dawiyê xwedî li xewn û xeyalên şehîdan derkevin. Merasima bi berzkirina diruşmeyên şehîd namirkn bi dawî bû.



