Di êrîşa moşekî ya Rûsyayê ya doh sibehê li ser bajarê Odessa yê başûrê Ukraynayê de kesek mir û herî kêm 17 kesên din birîndar bûn.
Rûsyayê roja Sêşemê sibehê êrîşeke mûşekî li ser bajarê Odessa yê Ukraynayê da destpêkirin.
Waliyê Odessa Oleh Kiper dibêje êrîşê zirarê da avahiyên niştecihbûnê yên li navenda dîrokî ya bajêr.
Di êrîşê de kesek hat kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn.
Êrîşa nû piştî şeveke li Kîevê êriş hatibû kirin û tê de herî kêm 14 kes hatin kuştin û nêzîkî 100 kes birîndar bûn, pêk hat.
Di êrişa Odessayê de kesek mir û 17 kes birîndar bû
Rûsyayê di hefteyên dawî de piştî operasyoneke li Ukraynayê ku baregehên hewayî yên Rûsyayê hedef girt, êrîşên xwe yên hewayî zêde kiriye.
Serokê Ukraynayê Zelenskî got ji bilî danûstandina girtiyan a plansazkirî, di danûstandinên aştiyê de pêşketinek zêde çênebûye.
Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andrey Sybiga bawer dike ku Rûsyayê bi zanebûn êrîşeke berfireh li ser Ukraynayê di dema civîna bilind a G7 li Kanadayê de pêk aniye.
Wezîr dibêje bi vê êrîşê, serokê Rûsyayê Vladimir Putin “bêrêziyeke tevahî nîşanî Amerîka û hevkarên din da û got:
“Rûsya ne tenê agirbest an civîneke lîderan ji bo dîtina çareseriyekê û bidawîkirina şer red dike.”



