Endamê Konseya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê “PJAK’ê” Siyamend Mûînî li ser şerê di navbera Israîl û Îranê de axivî û got:
Ev şerê navbera Îran û Îsraîlê wê encamên herêmî bi xwe re bîne.
Hêzên Kurd ên li Îranê divê di vê pêvajoyê de bibin yek û li gorî berjewendiyên gel tevbigerin.
Endamê Konseya Rêveber a PJAK’ê Siyamend Mûînî şerê di navbera Israîl û Îranê diqewime de nirxand.
Mûînî anî ziman ku krîza li Rojhilata Navîn bi şerê Îran-Îsraîlê re gihîştiye asteke nû û got:
Di bingeha vî şerî de polîtîkayên sîstemên netewdewletan heye ku gelan û cihêrengiyan înkar dikin û hewl didin tine bikin.
Şerê navbera Îran û Îsraîlê şerê li herêmê wê hîn giran bike.
Ev şer xizmetê ji azadiya gelan re nake, encameke ji hesabên desthilatdariya herêmî ya herdu dewletan e.
Siyamend Mûînî: Em ê gelê Kurd ji bandora şerê li dijî Îranê tê kirin biparêzên
Siyamend Mûînî derbarê helwesta Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê de “PJAK” jî axivî û got:
Em ê weke PJAK’ê hewl bidin gelê Kurd ji bandora hilweşîna şer vegire.
Têkildarî şer û encamên wê, em her tim amade ne.
Siyamend Mûînî: DIVÊ GELÊ KURD LI ÎRANÊ XWE BI RÊXISTIN BIKE Û AMADE BE
Mûînî bi bîr xist ku gelê Îranê bi salan di bin zexta rejîma Molla û xizaniya aborî de hate hiştin û got:
“Gelê Kurd û gelên din divê li pêşberî vê pêvajoyê amade bin.
Bi taybetî gelê Kurd divê di vê pêvajoyê de di nava yekîtî û rêxistiniyê de tevbigerin.
Eger em bi têrkerî ne amade bin, dibe ku rejîma Îranê bi zilma xwe ya faşîst êrîşî gelê me bike.
Ji ber vê yekê wezîfeya me ya bingehîn parastina gelê me ye.”
Siyamend Mûînî: Em ji her cure destwerdana derve re amade ne
Mûînî diyar kir ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve ew li hemberî her cûre destwerdana li gelan amade ne û got ku eger êrişek li ser gelê me bê kirin, ew ji bo her cûre destwerdanê amade ne.”
Siyamend Mûînî: Tenê yekîtiya gelê Kurd li Îranê dikare wî biparêze
Endamê Konseya Rêveber a PJAK’ê Siyamend Mûînî dawiya axaftina xwe de bang li hêz û partiyên siyasî yên Kurd ên li Îranê hemûyan kir ku cudahiya xwe ya siyasî û îdeolojîk bidin aliyekî, bi hev re tevbigerin û got:
“Hêzên Kurd di vê pêvajoya dîrokî de divê ji aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve li heman eniyê bin.
Ev enî jî divê ji bo parastina berjewendiyên gelê me yên li hemberî rejîmê be.”



